Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Qadên Berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 caran bi helîkopteran, 11 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan hatin bombekirin.

Tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê jî 17 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de jî 5 dagirker hatin cezakirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22'ê Pûşperê saet di 13:00 de li qada Kokerê, dagirkerên ku bi pêş ve diçûn ketin bin kontrola tîmên me yên bi tevger. Bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Şehîd Savaş Maraş de;

22'ê Pûşperê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Çekdar xistin. Di encamê de 1 dagirker hate cezakirin.

3. Êrîşên bi çek û teqemeniyên kîmyewî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê;

22'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tunelên şer ên Şehîd Zemanî 3 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên şer ên li Şehîd Yûnûs û Şehîd Yildiz 9 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Girê FM tunelên şer 3 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara tunelên şer carekê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Pûşperê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker carekê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku dewleta Tirk a dagir ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine;

22'ê Pûşperê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî drone geriyan.

22'ê Pûşperê saet di 19:30'î de li qada qada Girê Ortê ya herêma Metînayê ji baregeha dewleta Tirk a li Kanî Masî bi obusan hate bombekirin.

  22 û 23'ê Pûşperê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Kokerê, Çemço, Sîda, Rênçbiraxa û Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

23'ê Pûşperê qada Kokerê ya girêdayî Zapê 8 caran, qadên Gundê Şêlazê û Girê Ortê yên herêma Metînayê 3 caran bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'ê Pûşperê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM 2 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

 

23 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê