Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Çalakiyên hêzên me bênavber didome. Di çalakiyên tîmên me yên bitevger de 1 jê kontra 10 dagirker hatine cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li wesayîtekê hate xistin.

Tunelên şer ji aliyê dagirkeran ve 10 caran bi teqemeniyan, 6 caran bi çekên kîmyewî hate bombekirin. Qadên gerîlayan jî bi dehan caran bi obusan, 4 caran bi balefiran û 7 caran jî bi helîkopteran hate bombekirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Egîdên Botanê ya Şehîd Diljîn – Şehîd Şervan Erkendî de;

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Awalê ya di navbera Gabar û Çiravê de qalekol û qûlekol ava kiriye. Dewleta Tirk dixwaze li vê derê ji bo dagirkeriyê rê çêbike. Di 20’ê Cotmeha 2021’’an de jî hate xwestin komek kontra li gundê Basret ê Gabarê were sekinandin. Kontrayan gule li hêzên me reşandin. Hêzên me jî li kontrayan dan. Li vir kontrayek hate cezakirin û derb li wesayîtekê hate xistin.

Dewleta Tirk bi metodên cihê ji bo çavdêriya bendên gerîlayan ên li Gabarê kontrayan dişîne. Em bang li gelê herêmê dikin ku bila di vî warî de bihîstyar bin û heke kontra ber bi bendên leşkerî werin wê li wan were xistin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 21’ê Pûşperê de saet di 12.00’an de dagirker dema li Qada Berxwedanê ya Werxelê ketin tevgerê, tîmên me yên bitevger ew xistine bin kontrolê. Saet di 17.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dane û hate tespîtkirin dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 21’ê Pûşperê saet di 22.50’an de jî dagirkeran xwestine bi çekên kîmyewî li tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bidin. Hêzên me jî bi sabotajê li dagirkeran dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Şehîd Savaş Maraş de;

Di 21’ê Pûşperê de saet di 11.40’an de li Girê Şehîd Çekdar sûîkastvanekî dijmin ji aliyê tîma me ya sûîkastê ya bitevger hate tespîtkirin û sûîkastvanê dijmin hate cezakirin.

Di 21’ê Pûşperê de saet di 19.10’an de li Girê Şehîd Çekdar dema ku dagirker ketin tevgerê, tîmên me yên bitevger li dagirkeran dan.

Di 21’ê Pûşperê de saet di 20.30’an de hêzên li Girê Şehîd Akîf a li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî xwe bera nav dijmin dan. Hêzên me bi çekên şexsî û otomatîk ên navîn li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û çeperek jî hate îmhakirin.

Di 21’ê Pûşperê de saet di 21.30’an de dema ku helîkopterê xwest leşkeran deyne Girê Şehîd Leşker, hêzên me bi çekên giran li helîkopterê dan. Piştî mudaxeleya hêzên me yên bitevger helîkopterê nekarî leşkeran deyne qadê û neçar ma ji qadê derkeve.

4. Êrîşên bi çek û teqemeniyên kîmyewî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê;

21’ê Pûşperê saet di 12.50’yî de tunêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karkir carek bi teqemeniyan hat bombekirin.

21’ê Pûşperê saet di 15.30’an de, tunêlên şer ên li Girê Şehîd Çekdar 4 caran bi teqemeniyan û carek jî bi çeka kîmyewî hatin bombekirin.

21’ê Pûşperê saet di 21,40’î de tunêlên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê pênc caran bi teqemeniyan û 5 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku dewleta Tirk a dagir ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine;

21’ê Pûşperê li ser Qadên Girê FM û Girê Cûdî yên Berxwedanê dron geriyan.

21’ê Pûşperê saet ji 18.00’an heta bi 19.00’an qada Girê Ortê ya girêdayê herêma Metînayê, ji baregeha Kanî Masî ya dewleta Tirk a dagirker bi obusan hatin bombekirin.

21 û 22’yê Pûşperê Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Girê Hekarî ji qereqolên li ser sînor ên bi obusan hat bombekirin.

21’ê Pûşperê Qadên Girê Bihar û Kunîşkayê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21’ê Pûşperê Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî, Girê Cûdî û Girê FM 7 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

 

22 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê