Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di daxuyaniya xwe ya 3'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 2'ê Hezîranê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, li tunelên şer ên Şehîd Berxwedan di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî û saet di 11:24'an de teqîneke mezin çêbû.

Hevrêyên me yên li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û heta 2'ê Hezîranê 47 rojan bi rengekî destanî li ber xwe dan. Her cûre teknîka şer a modern ku radestî dewleta Tirk hatine kirin; obus, hawan, helîkopter, balafirên şer û balafirên bêmirv ên biçek, bi rêbaza gerîlatiya profesyonel pûç kirin. Di pozîsyona parastinê de neman û gotin, 'berxwedan bi tenê têrê nake, divê em teqez bi ser bikevin'. Bi ruhê êrişê yê bilind timî li artêşa Tirk a dagirker xistin û li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derseke mezin dan dagirkeran ku qet ji bîra wan neçe. Ne tenê li dijmin xistin, du caran çûn ser cenazeyên dijmin û dest danîn ser çekên wan. Lê belê dewleta Tirk û medya wê ya şerê taybet hewl dan vê yekê ji raya giştî veşêrin û têkçûna xwe binixumînin. Lê belê lehengên Şehîd Berxwedan bi taybetî 29'ê Gulanê di çalakiyê de 4 dagirker ceza kirin, dest danîn ser malzemeyên leşkerî û çekên wan û 2 cenazeyên dagirkeran di bin kontrola xwe de hiştin. Bi vî rengî raxistin pêş çavan ku têkçûna artêşa Tirk a li Zapê êdî nikare bê înkarkirin.

Her yek ji hevrêyên me lehengek bû. Artêşa Tirk ku nekarî bi van hevrêyên me, careke din serî li rê û rêbazên nemerdane da, teqemeniyên giran ku jê re çeka nukleerê ya taktîkê tê gotin û çekên kîmyewî bi kar anî. Dagirkeran bi rojan ev êrişên xwe yên nemerdane dewam kirin û li hemberî îradeya bêmînak, biryardariya serketinê û dilsoziya bi Rêbertî re ya hevrêyên me, bêencam man. Hevrêyên me yên li Şehîd Berxwedan hem zanîbûn xwe biparêzin hem jî bi hunera bilind a leşkerî timî li dijmin xistin. Piştî ku derfetên kêm ên li çeperên şer qediyan, biryar hate dayin ku çeperê biguherînin. Lê belê beşek ji hevrêyên me yên ji destpêkê ve di nava vê berxwedanê de bûn li gorî vê biryarê çeper guhertin, hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan jî israr kirin ku li çepera Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derseke dîrokî bidin artêşa Tirk a dagirker. Tevî ku derfet hebû çeperê biguherînin û bi selametî ji wir biçin jî her çar hevrêyên me komek ji hevrêyên xwe şandin û biryara çalakiya fedaî dan. Di 2'ê Hezîranê de saet 10:00 bi ruhê êrişê yê bilind li dijî dagirkeran çalakiya fedaî lidar xistin. Hevrêyên me xwe berdan nava dijmin, bi lehengî şer kirin, herî kêm 12 dagirker ceza kirin. Her çar hevrêyên me di vê çalakiya êrişê ya fedaî de şehîd bûn, lewma jî hejmara dijminên hatine cezakirin nehate zelalkirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiyê gelek caran bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê bir.

Berxwedana ji 47 rojî ya bi pêşengiya fermandarên me yên leheng fedaî Bager û Avzem hate kirin, weke çalakiyeke nû ya Çaran cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girtiye. Çalakiya berxwedanê ya Çaran a li Zindana Amedê di şexsê hevrêyên Bager, Avzem, Arîn û Şerzan de li Zagrosê nû bû, hîn bêhtir bû xwedî wate. Hevrêyên me Bager û Avzem heta dawiyê xwe li serketinê asê kirin, bûn fermandarên fedaî yên bi îrade û bi biryar ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, bûn fermandarên sembol. Pêngava me ya Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi fermandariya hevrê Bager û Avzem, wê bi esasê îradeya xurt û sekna fedaî ya Çaran teqez bi ser bikeve.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Navê Kod: Bager Gever
Nav û Paşnav:
Erkan Dara
Cîhê jidayikbûnê:
Colemêrg
Dayik – Bav:
Gülperi – Arif
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
2 ê Pûşper a 2022 / Zap

BagerErkan Dara

Navê Kod: Avzem Çiya
Nav û Paşnav:
Berîvan Cuma
Cîhê jidayikbûnê:
Tirbespiyê
Dayik – Bav:
Munteha – Feremez
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
2 ê Pûşper a 2022 / Zap

AvzemBerîvan Cuma

Navê Kod: Arîn Kobanê
Nav û Paşnav:
Emira Musa
Cîhê jidayikbûnê:
Kobanê
Dayik – Bav:
Ayşe – Ahmed
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
2 ê Pûşper a 2022 / Zap

ArînEmira Musa

Navê Kod: Şerzan Hingirvan
Nav û Paşnav:
Serkan Uçkun
Cîhê jidayikbûnê:
İstanbul
Dayik – Bav:
Nesibe – Hikmet
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
2 ê Pûşper a 2022 / Zap

ŞerzanSerkan Uçkun

Gever ku bi sekna xwe ya li hemberî dijminê mêtinger ku serî natewîne her tim bû navenda serhildan û berxwedanê; mîna xwe ewladên leheng tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi rengekî hêja bi cih tîne. Hevrêyê me Bager jî li vî bajarê berxwedanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Jidayikbûn û mezinbûna li cihekî welatparêz mîna Geverê, rasthatina li êrişên dijmin têrê kir ku hevrêyê me Bager bikeve bin bandora têkoşîna gerîla. Ji ber ku ji malbata wî gelek şehîd û gerîla hebûn, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Bager kir. Hevrêyê me Bager nema karî xwe li jiyana di nava şert û mercên qirkirinê de ya dijmin li ser gelê me ferz dike rabigire û sala 2013'an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Gava ku tevlî nava gerîla bû bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar derkete pêş û ji cihekî rast destpê kir ku xwe bigihîne cewhera PKK'ê. Heta sala 2015'an li herêma Xakurkê têkoşiya û tevî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk ên bingehîn, li vê derê tecrûbeyên girîng ên jiyana gerîla jî wergirt. Bi jêhatîbûn û enerjiya xwe ya bêdawî beşdarî gelek karî bû. Her kar jî bi dîsîplîneke xurt bi ser xist û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Piştre dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo tunekirina destketiyên gelê me êrişî Rojava kir, ji bo bersivê bide êrişan bi daxwaz û israreke mezin xwest biçe qada Rojava û tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bû. Di vê pêvajoyê de ku şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê giran bû, 3 salan li qada Rojava şer kir, beşdarî gelek pêngavan bû û di têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de bû xwedî kedeke mezin. Di rewşeke welê de ku artêşên gelek dewletan bêyî fîşekekê biteqînin ji ber DAÎŞ'ê reviyan, hêzên azadiyê yên li Rojava ji bo têkbirina van çeteyan heta dawiyê têkoşiyan û bi ser ketin. Hevrêyê me Bager jî weke milîtanekî fedaî yê van hêzên azadiyê û bi hêza ji îdeolojiya Rêber Apo wergirtî bi ruhê êrişê yê bilind têkoşiya û pêşengî ji gelek pêngavan re kir. Hevrêyê me Bager bi wêrekiya xwe ya li nava van pêngavan bû mînak û tevî ku gelek caran bi giranî birîndar bû ji biryardarî û daxwaza xwe ya têkoşînê bi gavekê jî venegeriya, berevajî; dersên mezin jê derxist û têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Di vê pêvajoya şer de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyên mezin û bû fermandarekî pêşeng. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Rojava bi rengekî serketî bi cih anî, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê, di sala 2018'an de derbasî Heftanînê bû. Nêzî salekê li Heftanînê ma, tevlî gelek çalakiyan bû û bi wêrekî û xwînxwariya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Tecrûbeyên xwe yên leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir û bi vî rengî hewl da wezîfeya xwe ya hevrêtiyê jî bi cih bîne. Hevrêyê me Bager piştre derbasî herêma Zapê bû û sala 2019'an beşdarî pêngavên şoreşgerî bû, fermandarî ji gelek êrişan re kir. Hevrêyê me Bager ku hêrsa xwe ya li dijî dijmin her roj zêdetir kir, ji bo tola êrişên ku dijmin li gelê me dike hilîne bêhtir xwe kûr kir. Li gel pêşketina xw eya leşkerî ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe gelekî bi pêş ve bir û hewl da bibe hêjayî Rêber Apo û hevrêyên şehîd. Sala 2020'î di dema şerê dijî dagirkeran de careke din birîndar bû, careke din birîna xwe pêçand û cihê xwe li nava çeperên berxwedanê girt. Hevrêyê me Bager ji bo bibe neferek ji Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan gelek caran xwe pêşniyar kir û biryar da ku meşa xwe ya şoreşê weke şopdarekî Zîlan dewam bike.

Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, hevrêyê me Bager li herêma Zapê bersiv da û gelek kar û berxwedan bi rêxistin kir, bingeha berxwedanê amade kir. Bi tecrûbeya xwe ya mezin a leşkerî hem xwe hem jî hevrêyên xwe ji bo têkoşîneke demdirêj, ji bo şerekî demdirêj amade kir. Hevrêyê me Bager bi rengê herî guncaw xwe li şert û mercên nû yên şer anî û bû fermandarekî serketî yê serdema nû. Di sala 2021'ê de li dijî êrişên il ser Zapê, li Cîloya Biçûk û Kela Bêdewê di rawestandina dijmin de bû xwedî rol. Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên 14'ê Nîsanê hatin destpêkirin, hevrêyê me Bager li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn li tunelên şer ên Şehîd Berxwedan erka fermandariyê da ser xwe û ji kêliya destpêkê ya êrişan ve derb li dijmin xist û nehişt ku dijmin hêzên xwe li Girê Şehîd Şahîn deyne. Li gel serweriya teknîkê jî artêşa Tirk li hemberî berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya hevrê Bager hate nîşandan demeke dirêj nekarî hêzên xwe li Girê Şehîd Şahîn deyne. Gelek caran hewl da ji bejahî ve bi pêş ve biçe, lê belê li binê guhê çeperên berxwedana destanî ya hevrêyên me ket û nekarî bi pêş ve biçe. Li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ku gelek çalakî hatin lidarxistin û bi dehan leşker hatin cezakirin, rola fermandarê me yê fedaî hevrê Bager diyarker bû. Her wiha li hemberî êrişên dijmin ên bi çekên kîmyewî Yên li ser tunelên şer, ku bi binpêkirnia exlaqê şer û mirovahiyê vê yekê dike, hevrêyê me Bager bi taktîkên dewlemend pêşengî ji rêbaza li tunelên şer re kir û biryardarî û wêrekiya hevrêyên li tunelên din ên şer mezintir kir. Di berxwedana Zapê de ku veguheriye şerekî îradeyê, hevrêYê me Bager bi îdîa û biryardariya xwe hewl da bersivê bide bendewariya gelê me û Rêberê me, ji bo derbeke mezin li dijmin bixe gelekî kûr bû kete nava hewldanên mezin. Tevî ku 47 rojan timî li dijminê dagirker xist û kir ku gelek dagirker bêne kuştin, ev yek têrker nedît û teqez xwe li serketinê asê kir. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar û fedakar, bi jiyana xwe ya bi vî rengî tam bû milîtanekî PKK'ê. Meşa xwe ya şoreşgerî ya li ser xeta fedaîtiyê xwest ku bi çalakiya fedaî tacîdar bike. Komek ji hevrêyên xwe bi zorê qanih kir û şand. Tevî hevalên Avzem, Arîn û Şerzan derseke dîrokî dan mêtingeriya Tirk. Hevrêyê me Bager rojên berxwedanê weke roj û kêliyên herî nêzî Rêber Apo pênase kir û bi biryardarî, wêrekî, hostatî û fedaîtiya xwe bû fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Bi vî rengî ala berxwedanê ya ji Cûmalî, Serhed, Botan û Çavrêyan wergirtî bi rengekî serketî hilda.

Di encama karên Rêberê me yên li Rojava de malbata hevrêya me Avzem Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û her ku şahidî ji têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê me re kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan. Hevrêya me Avzem ku li nava malbateke bi vî rengî ya welatparêz ji dayik bû, bi çanda ji malbata xwe wergirtî di temenê biçûkanî de partiya me PKK nas kir. Her tim xwe weke parçeyek ji PKK'ê dît û bi vî rengî jiyanek da ber xwe. Paşeroja xwe hemû di vê çarçoveyê de nirxand, ji bilî felsefeya Rêbertî û jiyana PKK'ê li şêweyekî din ê jiyanê nefikirî. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava xwe bi rêxistin kir, hevrêya me Avzem jî bi rengekî çalak tevlî kar bû û dest bi birêxistinkirina ciwanan kir. Bi rêbaza xwe ya jêhatî, ji her ciwanên ku bi tevgera azadiyê da naskirin kelecaneke mezin wergirt û kêfxweş bû. Di karê xwe de her tim hewl da ya herî baş bike û ti carî sînor dananî ber xwe. Bi têgihiştina ku di kar de aliyê îdeolojîk li pêş e tevgeriya, di her kêliyê de hewl da xwe di felsefeya Rêbertî de kûr û nû bike. Dilsoziya bi hestewarî ya bi Rêber Apo re veguherand hişmendî û dilsoziyeke îdeolojîk. Li gel girîngiya karên ciwanan jî dilê hevrêya me Avzem timî bi gerîla û çiyê re lê dida. Lewma jî sala 2014'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Weke kadroyeke şareza piştî perwerdeya şervanên nû bi wezîfeya fermandariya tîm rabû û bi perwerdeya hevalên nû tevlî bûn re mijûl bû. Jiyana gerîla û çiyê hînî hevalên nû tevlî nava refên gerîla bûn, kir û ji bo bibin gerîlayên profesyonel, cewhera PKK'ê bi rengekî rast bipejirînin û bibin milîtanên cewherî gelekî hewl da. Ji zarokatiya xwe ve bi taybetmendiya xwe ya bi îrade û bi biryar, bal dikişand ser xwe û her tim hewl da ya herî baş bike, armancên xwe timî bilind kir. Li ser vê bingehê sala 2019'an tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi biryardariya ku bibe gerîlayeke jin a azad, meşa xwe ya şoreşê derbasî qonaxeke bilind kir û weke milîtaneke fedaî her kêliya jiyanê bi fedaîtî derbas kir. Hevrêya me Avzem di nava Hêzên Taybet de her tim xwe bi pêş xist û weke fermandareke YJA Starê jiyaneke ji rêzê ti carî li xwe neanî. Her tim karek peyda kir ku bike û dema xwe qet vala derbas nekir.

Êrişa dijmin a li ser destketiyên gelê me, israra dijmin a di siyaseta qirkirinê de kir ku hêrsa milîtana PAJK'ê ya pêşeng hevrêya me Avzem mezintir bibe. Ji ber vê yekê jî kûrbûna xwe ya leşkerî zêde kir û bi israr xwest biçe qadên ji şerê germ. Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dijmin ku ji sala 2021'ê ve bi berfirehî li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, hevrêya me Avzem derbasî herêmên Avaşîn û Zapê bû û beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Di van çalakiyan de tecrûbeyên gelekî mezin bi dest xist û ev tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dijmin a ku di 14'ê Nîsanê de da destpêkirin li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn tevlî şer bû. Hevrêya me Avzem ku di her kêliya şer de bi sekn û rêbaza xwe ya fedaî ya li nava jiyanê bû mînak û pêşeng ji hevrêyên xwe re, weke fermandareke YJA Starê her tim li refên herî pêş ên çalakiyan bû. Beşdarî gelek çalakiyan bû ku bi dehan dagirker hatin cezakirin û di asêkirina dijmin a li Zapê de bi roleke girîng rabû. Li gel hevrêyên xwe bi çalakiya fedaî ya ku bi ruhê êrişê yê bilind û hişmendiya Apoyî pêk anîn, Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn kir keleha berxwedanê ya Zapê û hesabên dijmin hemû têk bir.

Hevrêya me Arîn li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de destpêka serdemeke nû îfade dike. Hevrêya me Arîn ku li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava partiya me PKK nas kir, bi taybetî kete bin bandora nirxandin û tespîtên Rêberê me yên li ser azadiya jinê. Weke jineke ku li azadiyê digeriya, pê hesiya ku herî zêde dikare li nava PKK'ê xwe îfade bike. Lewma jî sala 2015'an navê hevrêya me Arîn Mîrkan li xwe kir ku bi çalakiya fedaî bû sembola Berxwedana Kobanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Sala 2015'an ku tevlî nava gerîla bû, ew sal bû ku êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên ji bo tunekirina destketiyên gelê me gihîşt asta herî bilind. Ji ber vê yekê jî hevrêya me Arîn beriya her tiştî ji xwe re kir esas ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Di pêvajoyekê de ku pêwîstiya gelê me herî zêde bi parastinê hebû, wezîfeyên demê rast tespît kir û li ser rawestiya. Ji ber vê jî di fêhmkirin û bicihanîna taktîkên şer ên gerîla de kedeke mezin da. Hevrêya me Arîn xwe zû perwerde kir, ji pratîkê re amade kir û ji bo xelkê me yê Êzidî ji zilma DAÎŞ'ê bê rizgarkirin pêşniyar kir ku derbasî Şengalê bibe. Sala 2016'an derbasî Şengalê bû, beşdarî gelek pêngavên rizgarkirinê bû û bi wêrekî û fedakariya xwe bû cihê hurmetê ji hevrêyên xwe hemûyan re. Ji ber performansa xwe ya serketî ya di şer de bû fermandara tîm û ev wezîfeya xwe jî bi rengê herî serketî bi cih anî. Weke gerîlayeke YJA Starê tevlî Pêngava Medîbanê bû ku li qada Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin, derbên giran li çeteyan hate xistin û kir ku çete bişikê. Di vê pêngavê de bi mîsyona pêşengiyê rabû. Di vê pêvajoya pêngavê de ku cihê xwe di nava komên êrişê de girt, birîndar bû lê tevî vê yekê jî ti carî ji sekna xwe ya bi moral tawîz neda. Bi saya vê yekê xwe di demeke kurt de komî ser hev kir, rehet bû û cihê xwe li eniyê girt. Piştî rizgarkirina Şengalê, hêzên me yên gerîla wezîfeya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih anîn û ji nû ve li çiyayên Kurdistanê vegeriyan. Di vê pêvajoyê de hevrêya me Arîn jî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Vegera li çiyayên Kurdistanê weke jinûve jidayikbûna xwe hîs kir û bi vê kelecan û coşê jiyan hembêz kir. Hevrêya me Arîn dilê xwe yê dilxwazê azadiyê bi felsefeya Rêbertî xurtir kir û ji aliyê leşkerî ve tecrûbeyên xwe bi îdeolojiya Rêbertî re kir yek, bi vî rengî xwest bibe fermandareke pêşeng a YJA Starê. Hevrêya me Arîn xwe gihand vê armanca xwe, piştî ku perwerdeya xwe qedand derbasî herêma Zapê bû û tevlî berxwedana li vê derê bû. Ji sala 2020'î û pê ve li Zapê tevlî gelek çalakiyan bû û bi sekna xwe ya wêrek, xwînsarî û rêbaza xwe ya lêdanê ya bi lez ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya hêzê.

Di dema êrişa dagirkeriyê ya dijmin de ya lis er Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn cihê xwe di hemû êrişên dijî dijmin de girt, çû ser cenazeyê dijmin û çek rakri. Hevrêya me Arîn ku bi zelaliya xwe ya di berxwedanê de û çavkaniya moralê ya jib o hevrêyên xwe, dilxwaziya xwe ya azadiyê bi çalakiya fedaî tacîdar kir û bû yek ji lehengên sembol ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.

Hevrêyê me Şerzan ji malbateke ji Mûşê li Stenbolê ji dayik bû. Tevî ku li Kurdistanê ji dayik nebû û lê mezin nebû, ti carî ji hişmendî û çanda Kurd qut nebû. Ji ber vê yekê jî dilê wî timî bi têkoşîna li Kurdistanê re bû. Hîn ji zarokatiyê ve bala xwe li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û timî dixwest bibe gerîla. Di sala 2015'an de ev armanca xwe pêk anî û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şerzan ku bi hişmendî û daxwazeke mezin tevlî nava gerîla bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi bandora taybetmendiya azadkirinê ya jiyana çiyê, hevrêyê me Şerzan bi gotina xwe gihîşt têgihiştina 'hebûna xwe'. Ji ber înkarkirina nasname, çand û dîroka gelê me ya di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên dijmin de hate kirin, hevrêyê me Şerzan firsend dît ku li nava refên gerîla hînî dîroka xwe bibe û vê yekê gelekî bandor lê kir. Piştî ku dîroka jinê hîn bû ya ku li nava civaka bi serweriya mêr tê înkarkirin, giranî da ser hevrêtiyeke rast a bi jinê re. Piştî ku perwerdeya xwe ya leşkerî temam kir, ji ber êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me, li Rojava û Şengalê tevlî nava şerê dijî çeteyan bû. Di vê pêvajoya şer û pêngavî de bû xwedî tecrûbeyên mezin ên leşkerî û bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakarî bû milîtanekî mînak. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê ji Şengalê hate qewirandin, hevrêyê me Şerzan careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya ku heyranê çiyê bû û derbasî qada Cîlo bû. Du salan li Cîlo kar kir û bi hevrêtiya xwe ya sade û durust li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Di bicihanîna taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe profesyonel kir, gelek çalakiyên dewlemend lidar xist û bi vî rengî hewl da bersivê bide pêvajoya dîrokî.

Hevrêyê me Şerzan ku pratîka zehmet a 2 salan a li Cîlo bi rengekî serketî qedand, sala 2020'î derbasî herêma Zapê bû ku şer lê giran bû. Di demekê de ku êrişên dijmin lê giran bû, zû hînî Zapê bû û kete nava pratîka şerê giran. Beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin û erka xwe ya pêşengiyê bi serketî pêk anî. Hevrêyê me Şerzan timî ji xwe re kir esas ku asta biryardariya xwe bilind bike, di heman demê de hêrsa xwe ya li dijî dijmin jî mezin kir. Bi taybetî ji ber bikaranîna çek û gazên kîmyewî yên dijmin, ku hevrêyên me pê şehîd bûn, di her kêliyê de dixwest tola hevrêyên me yên şehîd bûne hilîne. Bi morala lêxistina li dijmin hîn bêhtir tevlî nava refên têkoşînê bû, bû yek ji wan hevrêyên me ku Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn veguherand kelehê. Bi çalakiya fedaî re ku li gel hevrê Bager, Avzem û Arîn pêk anî, xeta têkoşîna li dijî dijmin ava kir. Hevrêyê me Şerzan bû yek ji lehengên fedaî yên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û bû yek ji sembolên dîroka me ya berxwedanê.

Hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan bi sekn û rêbaza jiyana Apoyî, bi hunera serketî ya di şer de qada Zapê careke din veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dijmin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me, em ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

 

22 ê Pûşper a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê