Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Li qadên berxwedanê, tîmê me yên bi tevger bi hunereke xurt a ji gelek taktîkan, bênavber derbê li dagirkeran dixin.

Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 12 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek hate îmhakirin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Dagirkeran li pêşiya tunelên şer agirê ji dûyê bi jehr vêxistin û hewl dan berdin nava tunelan û 2 caran jî bi teqemeniyan bombe kirin. Her wiha 7 caran bi balafiran, 22 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombe kirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa nin:

1. Li Herêma Zapê;

18'ê Hezîranê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan bombe li tunelên şer bibarînin, çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di encamê de 1 dagirker hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

2. Li Herêma Metîna;

– 18'ê Hezîranê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li Girê Şehîd Çekdar bi cih bibin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13:15'an û 13:30'î de bi sûîqestê li ser hev li dagirkeran hate xistin û 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên derb xwarin neçar man bi astekê xwe vekişînin. Di heman demê de saet di 13:30'î de li Girê Şehîd Şîlan bi sûîqestê 1 dagirker hate cezakirin. Piştre jî li çepera dagirkeran hate xistin, çeper bi temamî hate rûxandin û 4 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

– 18'ê Hezîranê saet di 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, 1 dagirker hate cezakirin.

– 18'ê Hezîranê saet di 22:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, helîkopteran hewl dan dagirkeran li qadên deyne û hêzên me lê dan. Li vir 1 dagirker hate cezakirin, 1 dagirker jî birîndar bû. Helîkoptereke êrişê ku dixwest dest li tîmên me yên bi tevger werde, ku çalakî kiribûn, ji tîmekî me yê din ê bi tevger derb xwar. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

– 18'ê Hezîranê ji saet 18.12 heta 19:15'an li Qada Berxwedanê ya Werxelê, dagirkeran li pêşiya tunelên şer agirê ji dûyê bi jehr dadan û hewl dan dû berdin nava tunelan.

– 18'ê Hezîranê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara tunelên şer 2 caran bi teqemiyan hatin bombekirin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:

– 18'ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Karker û Kurojahro dron geriyan.

18 û 19'ê Hezîranê li herêma Metînayê qada Girê Ortê bi obus û hawanên ji baregeha artêşa Tirk a li Kanî Masî ya li Başûrê Kurdistanê hatin avêtin, hate bombekirin.

– 19'ê Hezîranê qadên Werxelê, Çemço, Rênçbiraxa û Karker, her wiha Koordîne, Deşta Êdinê, Gundê Seraro yên herLêma Metînayê bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hatin bombekirin.

– 18'ê Hezîranê qadên Karker û Saca 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 18'ê Hezîranê qadên berxwedanê yên Werxelê, Kurojahro, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Hakkarî 22 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

19 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê