Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Partiya me PKK’ê bi keda şehîdên me ava bûye, weke partiya şehîdan hebûna xwe ava kiriye û bi têkoşîna di xeta şehîdan de gihiştiye roja îro.

Ewladên gelê me yên herî bi nirx, bi rûmet, leheng, berxwedêr û fedaîyên gelê me di nava PKK’ê de şehîd ketin û artêşeke şehîdên nemir ava kirin. Di serî de ji gelê Kurd, Ereb û Tirk gelek hevrêyên enternasyonalîst ên ku tevlî PKK’ê bûn û şehîd bûn, bûn rastiya cewher û karakterê PKK’ê. Şehîdên me hişmendiya herî bingehîn, bîr, wijdan û nirxa exlaqî ya gelê me ne, her wiha pira biratiya gelan a ku nayê hilweşandin. Ruhaniya ku şehîdên me afirandin, nirxên ku bi têkoşîna xwe afirandin û şêwaza meşa şoreşgerî ji me re mîrasek pir dewlemend ava kir. Di şexsê şehîdên me de bi sed salan e ku têra xwe bawerî, vîn, hişmendî û ezmûna têkoşîne, ji bo me hemûyan derxistiye holê. Şehîdên me yên têkoşer weke heqîqetên fedayî yên îdeolojiya Apoyî rê li ber serkeftina doza me ya hebûn û azadiyê vekirine û ferman û talîmatên serketina dawî ya vê dozê ne.

2016, yek ji salên herî girîng a dîroka têkoşîna me ye; Salek bû ku berxwedanên xwerêveberiyê pêş ketibûn û gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiya, deşt û metropolan bi dijwarî li dijmin xistin. Dewleta Tirk îsal ji ber derbên giran ket nava sendroman, artêşa Tirk û polîsên taybet bi tabûran hatin tasfiyekirin. Dewleta Tirk hê jî ji travmaya ku di sala 2016’an de dîtiye, bi ser xwe nehatiye. Sala 2016’an di heman demê de bû sala ku herî zêde çalakiyên me yên fedaî pêk hatin û wekî “sala berxwedêran” derbasî dîrokê bû. Sala 2016’an rengê têkoşînê yê salên piştî wê diyar kir, xeta fedaî hê zêdetir bi hêz kiriye, mezin bû û têkoşîn mezin kir. Bê şik mîmarê vê pêvajoyê rêhevalên me yên di sala 2016’an de şehîd ketine.

Di diyalektîka têkoşîna Apoyî de em tevgereke ku li şûna ku şehîd didin zêde dibin, li şûna ku raweste mezin dibe, li şûna ku lewaz bibe bi hêz dibe, li şûna bêmoralbûnê zêdetir moral digire û li şûna bêbaweriyê baweriya wê xurt dibe. Her şehadetek me zêdetir bi doza xwe ve girêdide, kîn û hêrsa me ya li hember dijmin tûjtir dike û bi derxistina dersên ji şehadetê bi awayekî şoreşgerî me ber bi kamilbûnê ve dibe. Ji ber vê yekê Rêbertî, şehîd û gel ku çavkaniya herî mezin a hêza PKK’ê ye, li her derê û li her cihê ku lê esas bê girtin, tevî hemû îxlalkirin û berevajîkirina dijminên me, serketinê û serkeftina mutleq dide me.

Bi vê bawerî û îradeya xwe em şehîdên sala 2016’an û di şexsê wan de hemû şehîdên xwe yên têkoşînê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re, di serî de ji malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê di xeta şehîdan de bimeşin, li gorî rastiya şehîdan bijîn, di bin fermandariya şehîdan de têbikoşin û armancên wan pêk bînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku em şehadeta wan bi rêzdarî bi bîr tînin wiha ne:

Navê Kod: Bahoz Muş
Nav û Paşnav: Hamdullah Kondo
Cîhê jidayikbûnê: Mûş
Dayik – Bav: Sosin - S
uleyman
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
20 ê İlon a 2016 / Avaşîn

Bahoz – Hamdullah Kondo

Navê Kod: Faraşîn İbo
Nav û Paşnav:
Emine Atabay
Cîhê jidayikbûnê:
Wan
Dayik – Bav: Menican – Abdulgafur
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
8 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Faraşîn – Emine Atabay

Navê Kod: Yıldız Zana
Nav û Paşnav: Emine Beyazıt
Cîhê jidayikbûnê:
Konya
Dayik – Bav: Türkan – İsmet
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
11 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Yıldız – Emine Beyazıt

Navê Kod: Beritan Roj
Nav û Paşnav:
Kelsume Tunç
Cîhê jidayikbûnê:
Mêrdîn
Dayik – Bav:
Şükriye – Şükrü
Dîrok û Cîhê Şehadetê: 23
Cotmeh a 2016 / Xakurkê

Beritan – Kelsume Tunç

Navê Kod: Şoreş Bagok
Nav û Paşnav: Mazlum Denktaş
Cîhê jidayikbûnê:
İzmir
Dayik – Bav: Zarife – Ali
Dîrok û Cîhê Şehadetê: 19
Cotmeh a 2016 / Avaşîn

Şoreş – Mazlum Denktaş

Navê Kod: Havîn Xaviştî
Nav û Paşnav: Fehîme Aşkın
Cîhê jidayikbûnê: Wan
Dayik – Bav: Elmas – Abdurrhman
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
20 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Havîn – Fehîme Aşkın

Navê Kod: Zinar Amed
Nav û Paşnav:
Hasan Bulut
Cîhê jidayikbûnê: Amed
Dayik – Bav: Nurhan – Cengiz
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
19 ê Cotmeh a 2016 / Avaşîn

Zinar – Hasan Bulut

Navê Kod: Ararat Serhed
Nav û Paşnav: Yemlihan Levent
Cîhê jidayikbûnê:
Erzirom
Dayik – Bav: Hatun –
Omer
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
5 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Ararat – Yemlihan Levent

Navê Kod: Jînda Sarî
Nav û Paşnav: Sacide Geçit
Cîhê jidayikbûnê:
Sêrt
Dayik – Bav: Bediha – Bahattin
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
8 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Jînda – Sacide Geçit

Navê Kod: Agîd Serhed
Nav û Paşnav:
Recep Gögsün
Cîhê jidayikbûnê:
Wan
Dayik – Bav:
Cemile – Bahattin
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
19 ê Cotmeh a 2016 / Avaşîn

Agîd – Recep Gögsün

Navê Kod: Argeş Jîrkî
Nav û Paşnav: Enis Özdemir
Cîhê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik – Bav: Meryem – Hüsnü
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
11 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Argeş – Enis Özdemir

Navê Kod: Berçem Avareş
Nav û Paşnav:
Berivan Kurt
Cîhê jidayikbûnê:
Colemêrg
Dayik – Bav: Mereshan – Veysi
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
20 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Berçem – Berivan Kurt

Navê Kod: Tekoşer Zilan
Nav û Paşnav: Muhammed Bozan
Cîhê jidayikbûnê: Reqa
Dayik – Bav: Fatma – Hasan
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
19 ê Cotmeh a 2016 / Avaşîn

Tekoşer – Muhammed Bozan

Navê Kod: Zîn Asi
Nav û Paşnav: Asya Ediş
Cîhê jidayikbûnê:
Colemêrg
Dayik – Bav: Sabiha – Ali
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
20 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Zîn – Asya Ediş

Navê Kod: Stêrk Dîcle
Nav û Paşnav: Zilan Saygı
Cîhê jidayikbûnê:
Colemêrg
Dayik – Bav: Sinem – Sabrî
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
12 ê İlon a 2016 / Cîlo

Stêrk – Zilan Saygı

Navê Kod: Brusk Amed
Nav û Paşnav:
Amed Nergîz
Cîhê jidayikbûnê:
Amed
Dayik – Bav:
Valide – Adil
Dîrok û Cîhê Şehadetê:
11 ê Cotmeh a 2016 / Zap

Brusk – Amed Nergîz

18 ê Pûşper a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê