Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Weke ku tê zanîn artêşa Tirk a dagirker di 23'ê Nîsanê de li ser Herêmen Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke berfireh a ji bo dagirkeriyê kiribû.

Di nava 8 mehan de ev hêzên dagirker gelek caran bûn hedefa hêzên me û derb li ser derban ji hêzên me xwarin. Bi taybetî di pêvajoya dawî de hêzên me yên eyaleta Zapê di 8-9'ê Kanûnê de li Girê Şehîd Mûnzûr li dijî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî pêk anîn û koka dijmin li vê derê anîn. Di 9'ê Kanûnê de vê carê li qada Cîloya Biçûk a Zapê li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt hate kirin. Di van çalakiyan de ku bi rengekî koordîneyî bi taktîkên serdema nû hatin lidarxistin û ti windahiyê me çênebûn, artêşa Tİrk derbên giran xwar û ji bo têkçûna xwe binixumîne dest bi derewên şerê taybet kir.

Dawiya dawî artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê li qadên Girê Şehîd Mûnzûr, Girê Şehîd Serxwebûn û Cîloya Biçûk nekarî zêde îdare bike û neçar ma xwe vekişîne. Artêşa Tirk ku bû hedefa çalakiyên xurt ên gerîla û mîna li qadên Werxelê û Tabûra Ereban fêhm kir ku wê li vê derê jî derbên gelekî girantir bixwe, neçar ma ku xwe vekişîne.

2. Artêşa Tirk a dagirker ku ji bejahî ve li hemberî gerîla bi kêr nayê, weke çareya yekane êrişên hewayî dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewl dide bi vî rengî encamê bi dest bixe. Lê belê ev bombardûman jî bi temamî bêencam ma û tiştek bi hêzên me nehat. Nûçeyên ku îdîa dikin, di van bombardûmanan de windahiyên me hene, nûçeyên derewîn e, dûrî rastiyê ne.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişên hewayî wiha ne:

27'ê Kanûnê saet di navbera 14:00-15:00 de li herêma Metînayê qadên Girê Ortê û Girê Hakkarî bi balafirên şer hatin bombekirin.

28'ê Kanûnê saet di navbera 16:20-18:00 de qada Gundê Silê yê herêma Qendîlê bi balafirên şer hate bombekirin.

29'ê Kanûnê saet di 17:10'an de derdora Ava Lolanê ya li herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

29'ê Kanûnê saet di navbera 11:00-17:00 de qadên Şikefta Birîndaran û Kurojahro yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êvara 30'ê Kanûnê li qada Mervanosê ya Avaşînê helîkopter geriyan.

31’ê Kanûna 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê