Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Hevrêyê me Andok Erdîş 23'ê Gulanê li qada Dola Maran a herêma Avaşînê di şer de birîndar bû. Li gel hemû hewldanan jî 24'ê Gulanê şehîd bû.

 

Agahiyên hevrêyê me yê ku şehîd bûye wiha ye:

/ 

Nasnav: Andok Erdîş
Nav Paşnav: Zafer Kapici
Cihê Jidayîkbûnê: Wan
Dayik – Bav: Perîşan – Cengîz
Dem û Cihê Şehadetê: 24’ê Gulana 2021 / Avaşîn

Andok – Yildiz Erîşmîş

Hevrêyê me Andok ku li navçeya Erdîş a Wanê li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû, li nava derdoreke welatparêz, kedkar û leheng a Serhedê mezin bû. Ji ber polîtîkaya koçberkirin û bêwarhiştinê ya dewleta Tirk a mêtingr, hîn di ciwantiyê de neçar ma ku biçe metropolên Tirkiyeyê. Hevrêyê me Andok rastiya qirker û nijadperest a dewleta Tirk a faşîst baştir dît. Li dijî siyaseta qirkirinê kete nava lêgerîna ji bo têkoşînê. Bi baweriya ku PKK yekane tevgera berxwedan û têkoşînê ya li dijî siyaseta qirkirin û neheqiyê ye, di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêyê me Andok bi dilsoziyeke mezin bi çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan û hewl da ku her roj xwe ji nû ve biafirîne. Îdeolojiya Rêber Apo û çanda dilsoziya bi xakê û berxwedêrî û kedkariya ji nav hatî, gihand hev û bi vî rengî kesayetiyeke milîtaniya fedayî ya Apoyî bi dest xist. Ji Serhedê heta Zagrosan di nava demeke ku de kedeke mezin da, bû xwedî pratîkeke mezin. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar dihate naskirin û her tim li eniya berxwedanê bû. Hevrêyê me Andok ku bi wêrekî û lehengiya xwe ya li herêmên Serhed, Avaşîn û Xakurkê dihate naskirin, li her cihê ku lê ma şopa xwe hişt. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker, li qadên Stûnê û Basyayê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û di vê berxwedanê de destana lehengiyê afirand. Hevrê Andok bi keda xwe û sekna xwe ya fedayî ya li nava berxwedanê, di nava têkoşîna azadiyê de wê her tim weke sembola fedyîtî û kedê bê bîranîn û bibe çavkaniya sûdwergiritnê ji hevrêyên xwe re yên di rêya serketinê de.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye, em sersaxiyê ji xelkê Erdîşê, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

2. Li qadên Dola Maran, Tabûra Ereban û Dola Konferansê yên herêma Avaşînê, dagirkeran roja 1'ê Hezîranê bi qedemeyekê xwe vekişandin.

3. Dewleta Tirk a dagirker, li gel nerazîbûna xelkê me yê Başûrê Kurdistanê hîn jî bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan, derdora gundan, bax û baxçeyan dibarîne. Di heman demê de bombeyên ku agir bi herêmê dixin, bi obusan û balafiran dibarîne. Şewata ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk rû da, dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ye:

– 2'ê Hezîranê saet di navbera 21:30-00:00 de qadên Girê Zendûra, Koordîne, gundê Derarê, gundê Seraru, gundê Deşîşê û Qela Kumriye yên nehiya Kanî Masî ya navçey Amediyê ya herêma Metînayê bi helîkopterên êriş hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmana artêşa Tirk a dagirker agir bi herêmê ket û şewat hîn jî dewam dike.

– 2'ê Hezîranê saeta di navbera 15:30 û 21:10'an li herêma Metînayê Girê Zendûra bi balafirên şer hate bombekirin.

– 2'ê Hezîranê saet di 19:00 de li herêma Zapê bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin qada Çemço hate bombekirin.

– 2'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li herêma Zapê qada Şamkê bi balafirên şer hate bombekirin.

– 3'ê Hezîranê saet di 08:50'î de qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

– 3'ê Hezîranê saet di 09:30'î de li herêma Avaşînê qada Tabûra Ereban bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.

3’ê Pûşpera 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê