Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

 

– 1'ê Hezîranê saet di 14:30'î de li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê, li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Di çepera ku bû hedefa çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeper jî bi temamî hate rûxandin. Piştre jî kameraya mobesse hate îmhakirin.

2. Dewleta Tirk a dagirker herêmên Avaşîn û Metînayê bi balafir û helîkopterên şer bombe kir. Di heman demê de bi helîkopteran dagirkerên li herêmê guhertin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

– 1'ê Hezîranê saet di navbera 10:00-10:30'î de qadên Girê Sor û Stunê yên herêma Avaşînê hatin bombekirin.

– 1'ê Hezîranê saet di navbera 21:00-22:20'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê dagirkerên xwe yên li qadên Şehîd Dilgêş û Şehîd Mûnzûr guhert. Heman rojê saet di navbera 02:30-03:15'an dagirkerên li qada Mamreşo guhert.

– 1'ê Hezîranê saet di navbera 21:30-22:30'î de qada Koordîne ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê şewat bi derdorê ket.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye. Lê belê ji ber bombardûmana dewleta Tirk û êrişên wan, agir bi gelek herêman ket û şewat hîn jî dewam dike.

2’ê Pûşpera 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê