Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de hêzên me 4'ê Mijdarê saet 16.30'an li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran ên li Girê Mele Yehya ya Koxê bi cih bûbûn ji du baskan ve çalakî birine ser wan.

Du kozikên ku baskê pêşî kirî hedefa xwe li gel dagirkerên tê de îmha bûne. Baskê duyan ê çalakiyê jî ji nêz ve bi karîgerî li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li artêşa TC'ê ya dagirker hatie xistin, çend dagirker hatine cezakirin bi zelalî tespît nebûye.

Piştî çalakiya ku hatî kirin artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên giran bi rasthatinî derdor bombe kiriye.

2. 4'ê Mijdarê saet 07.40'î hêzên me li Çelê ya Colemergê li dijî dagirkerên ku li Girê Şehîd Rêber bi cih bûbûn çalakî kirine. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin û kozikeke dagirkeran hatiye rûxandin. 

3. Artêşa TC'ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî anîne. Derheqê êrîşên hewayî agahiyên berfireh wiha ne:

- 4'ê Mijdarê saet 16.45'an derdora gundê Duvriyê yê li herêma Garê hatiye bombekirin.

- 4'ê Mijdarê saet 12.20'an Girê Sor ê li herêma Avaşînê hatiye bomekirin.

Di van êrîşên hewayî de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''

5’ê Mijdara 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê